Gefên Tirkîyê Şermezar Kirin

Îro li Qamişloyê, jinên 16 partîyên sîyasî yên Bakur û Rojhilata Sûrîyê daxuyanîyek derbarê gefên dewleta Tirkîyayê bi ser herêmê de, bo raya giştî xwendin.

Îro li Qamişloyê, jinên 16 partîyên sîyasî yên Bakur û Rojhilata Sûrîyê daxuyanîyek derbarê gefên dewleta Tirkîyayê bi ser herêmê de, bo raya giştî xwendin.

Di daxuyanîyê de gefên Tirkîyê bo êrîşkirina herêmên Bakur û Rohilata Sûrîyê, di bin behaneyên dûrî rastî, hate şermezar kirin.

Endama encumena Yekîtîya Suryanî Nûra Henna da zanîn ku dewleta Tirk komkujî derheqê gelê Ermenî û Suryanî pêk anîye û niha jî dixwaze gelên vê herêmê qir bike.

Di daxuyanîyê de bal ser rola Tirkîyê ya dagirkirina axa Bakurê Sûrîyê mîna Efrînê hay kişandin.

Endelîb Mihemede, Seroka Nivîsgeha Jinê ya Partîya El-Muhafizîn jî xuya kir ku Tirkîye dixwaze vê herêmê dagir bike.

Narîn Metînî, Seroka Şepêla Pêşeroja Kurdistanê jî got ku rejîma Tirkîyê rejîmeke dîktator û şovenî ye û dixwaze derbasî herêmê wan bibe da ku civaka wan wêran bike.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist