Gedo: Eger Itîlaf nekare rê li çekdaran bigire ENKS dê helwestekî din nîşan bide

Itîlafa Niştimanî ya opozisyona Sûrîyê û Encûmena Niştimanîya Kurd li Sûrîyê (ENKS) civîyan û pirsgirêkên di navbera xwe de gotûbêj kirin.

Navenda Nûçeyan- Di civînê de ku li Stenbolê hat lidarxistin, behsa mijarên weke rawestandina binpêkirinan, vegera koçberan û rêgirtina ji guhertina demografîk li Rojavayê Kurdistanê hat kirin.

Endamê Desteya Sîyasî ya Îtîlafa Sûrîyê, Ebdullah Gedo ku ser bi ENKSê ve ye, ji Rûdawê re ragihand, komîteya lêkolînan a li ser binpêkirinên li Efrîn, Serê Kanîyê û Girê Spî dê di vê heftîyê de were pêkanîn.

Ebdullah Gedo tekez kir, wan daxwaz kirîye ku di zûtirîn dem de ew komîte dest bi karê xwe bike, ji bo ku xelkê wan navçeyên Rojavayê Kurdistanê bikarin vegerin ser cih û warê xwe.

Gedo herwiha dîyar kir, eger Itilafa Niştimanî ya opozisyona Sûrîyê ku Tirkîye vê wek hevpeymanekî giring dibîne, û herwiha Tirkîye nekarin pêşî li binpêkarîyên komên çekdar li Rojavayê Kurdistanê bigirin, wê demê ew wek ENKSê dê helwestekî din nîşan bidin.

Li gor daxuyanîyeke Emîndarîya Giştî ya ENKSê, encûmenê rêkeftina ligel Itîlafê pesend kirîye û daxwaza destpêkirina gavên pratîkî kirîye.

Encûmena Niştimanîya Kurd li Sûrîyê xwe beşek e ji Îtilafa Niştimanî ya opozisyona Sûrîyê, lê belê ji ber êrîşên komên çekdar ên ser bi opozisyonê ve ku Tirkîye piştgirîya wan dike, bo ser Serê Kanîyê û Girê Spî, ENKSê civînên Itîlafê baykot kirine.

Ji bo temaşekirina vê nûçeyê bitikînin.

Rûdaw

 

 

Siyaset Haberleri

Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li Almanyayê ne: ‘Kilîta çareseriyê Federalîzm e’
Hêzên Amerîkayê daketin çolên Îraqê, bi artêşê re şer kir
Şervanê ku malbata wî şîna wî danîbû sax vegeriya malê
Îtalya dê sîstema parastina asmanî bişîne welatên Kendavê
Azerbeycan: Dronên Îranê li Balafirgeha Naxçivanê ketin