Fûad Husên: Ji bo temambûna erka hevpeymaniyê ya li Iraqê du xal mane

.

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên di derbarê bidawîbûna pêvajoya erkê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ya li Iraqê de got, "Ji bo bidawîbûna pêvajoya erkê hevpeymaniyê, di navbera aliyan de du xal mane ku bêne gotûbêjkirin."

79emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê didome. 

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên li ser rêkeftina navbera Iraq û Deweletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya ji bo bidawîanîna erkê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê yên li Iraqê ji Rûdawê re axivî.

Bîdawînanî erkê Koalîsyonê

Fuad Husên got, "Eger em bi Amerîkayê re li ser erkê hêzên hevpeymaniyê li Iraqê li hev bikin, dê daxuyaniyeke hevpar were dayîn."

Her wiha Husên da zanîn “Tenê du xal mane ku li ser wan bê lihevkirin.”

Niha di navbera Îraq û Amerîkayê de gotûbêj li ser paşeroja Hêzên Hevpeymaniyê yên li Iraq û li Herêma Kurdistanê tên kirin.

Di dawiya sala 2014an de, hêzên DYAyê û piştre jî yên hin welatên din, li ser daxwaza Hikûmeta Iraqê, ji bo li dijî DAIŞê piştgiriya hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê bikin hatin Herêma Kurdistanê û Iraqê

Li Iraq û Herêma Kurdistanê nêzîkî 2500 leşkerên DYAyê hene. Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî nêzîkî 900 leşkerên wan hene.

Kurdistan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Stockholmê Bi Partîya Sosyaldemokrat ya Swêdê Re Hevdîtinek Pêk Anî
Tirkiye mafê ‘Reda Wîjdanî’ nas nake: ‘Mirina sivîl’
Trump ji Nêçîrvan Barzanî re nameyek şand: ‘Spas ji bo piştgiriya te’
Fuad Husên: Eger Kurd dabeş bin, dê li Bexdayê miameleya bi wan re cuda be
Bafil Talebanî: Me hêzek ava kiriye ku li Rojhilata Navîn kes zora wê nabe