Fuad Husên girêbesta navbera Chevron û Iraqê piştrast dike

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di serdana xwe ya Washingtonê de ragihand ku her di wê serdanê de girêbesta navbera hikûmeta Iraqê û Chevronê tê îmzekirin.

 

Hikûmeta Iraqê di nêzîktirîn dem de girêbestekê ligel Kompanya Chevron a Amerîkî ya petrolê îmze dike. Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di serdana xwe ya Washingtonê de ragihand ku her di wê serdanê de girêbesta navbera hikûmeta Iraqê û Chevronê tê îmzekirin.

Li gor Fuad Husên, rêkeftin di qonaxa dawî de ye û di zûtirîn dem de tê ragihandin. Hinek çavkanî behsa wê yekê dikin ku kompanya Amerîkî kar li ser dîtin û derxistina petrolê li kêlgehên petrolê yên başûrê bajarê Nasirîye dike ku tê texmînkirin şîyana wan 4 milyar û 400 milyon bermîl be.

Berê medya Amerîkî dabû zanîn ku di serdana şanda Iraqî de bo Washingtonê û di çarçoveya civînên wê şandê de li Koşka Spî, rêkeftinek an jihevfamkirinek di navbera hikûmeta Iraqê û Kompanya Chevronê de tê ragihandin.

Gotûbêjên navbera Chevron û hikûmeta Iraqê bo dema salekê ye berdewam in, lê piştî kuştina Fermandarê Supaya Qudis Qasim Suleymanî û destpêkirina alozîyên navbera hinek alîyên Iraqî û Amerîkayê gotûbêj rawestîya bûn. Dema Mistefa Kazimî di meha Gulanê de postê serokwezîrê Iraqê wergirt, gotûbêjan careke din destpê kir.

Ji xeynî rêkeftina Chevron û Bexdayê, tê çaverêkirin ku Iraq û Amerîka di warê gaza xwezayî û teknolojîyê de çend girêbestên din îmze bikin. Wezîrê Derve yê Amerîkayê jî dibêje, rêkeftina warê enerjîyê di navbera Iraqê û Amerîkayê de demeke nêzîk tê ragihandin.

Kompanya Chevronê ya Amerîkî niha li Herêma Kurdistanê, Îsraîl, Kuwêt û Siûdîyê di warê petrol û enerjîyê de kar dike û bi girêbesta ligel hikûmeta Iraqê jî dixwaze karên xwe li Rojhilata Navîn berfirehtir bike.

Rûdaw

 

 

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe