Freedom House: Tirkîye ne azad e

​​​​​​​Rêxistina Mala Azadîyê (Freedom House) ku armanc dike demokrasî, mafên mirovan û azadîya sîyasî pêş bixe, rapora “Azadîyên Cîhanê ya 2020” aşkere kir û dîyarkir ku Tirkîye di 10 salên dawî de di nava welatên ji azadîyê dûr ketin de di rêza duyemîn

Rêxistina Mala Azadîyê (Freedom House) ku armanc dike demokrasî, mafên mirovan û azadîya sîyasî pêş bixe, rapora “Azadîyên Cîhanê ya 2020” aşkere kir û dîyarkir ku Tirkîye di 10 salên dawî de di nava welatên ji azadîyê dûr ketin de di rêza duyemîn de ye. 

Navenda Nûçeyan - Sazîya Mala Azadîyê (Freedom House) ku armanc dike demokrasî, mafên mirovan û azadîya sîyasî pêş bixe, rapora “Azadîyên Cîhanê ya 2020” aşkere kir. Mala Azadîyê bi sernavê “Têkoşîna ji bo Demokrasîyê ku Serokê wê tune ye" rapor aşkere kir de li ser 195 welat û 15 hereman rawestîya. Di raporê de wiha hat gotin: 83 welat “Azad", 63 welat “Nîv azad", 49 welat jî "Ne Azad in." Li gorî raporê Tirkîye di nava lîsteya "Welatên ne Azad" de cih digire. Di nava 10 salên dawî de 2'emîn welatê ku herî zêde azadî hatîya wî kêm bûye. Tirkîye di 10 salên dawî de 31 puanan paşve ketîye. 

 

Mala Azadîyê di raporê de anî zimanku Tirkîye di hilbijartinên şaredarîyan de serkeftina partîyên muxalif xetek dîrokî be jî disa mafên mirovan hat sînorkirin û binpêkirin û wiha hat gotin: "Di tevgera Tirkîye ya li dijî Bakurê Sûrîyeyê de dengê li dijî tevgerê hat qutkirin. Piştî DYA xwe ji herêmê vekişand, Rûsya û Tirkîye ket herêmê. Dîsa li dijî nifûsa Kurdan muameleyên xerab pêş xistin. Têkoşîna bi DAİŞ'ê re ket talûkeyê. 

Ajansa Mezopotamya

 

Siyaset Haberleri

Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li Almanyayê ne: ‘Kilîta çareseriyê Federalîzm e’
Hêzên Amerîkayê daketin çolên Îraqê, bi artêşê re şer kir
Şervanê ku malbata wî şîna wî danîbû sax vegeriya malê
Îtalya dê sîstema parastina asmanî bişîne welatên Kendavê
Azerbeycan: Dronên Îranê li Balafirgeha Naxçivanê ketin