Fransa: Yekkirina HSD û artêşê ji bo aramiya Sûriye û herêmê girîng e

.

Wezareta Karên Derve ya Fransayê dibêje, dan û standinên bi piştgiriya Amerîka û hikûmeta wî welatî ji bo tevlîkirina HSDyê li gel artêşa Sûriyeyê berdewam in.

Werzaretê her wiha amaje bi wê yekê jî dike ku ew pêngav ji bo aramiya Sûriye û herêmê xwedî "girîngiyeke çarenûssaz" e.

Wezareta Karên Derve ya Fransayê di daxuyaniyekê de ragihand, wekî ku di Konferansa Parîsê ya ji bo Sûriyeyê de ya meha Sibata borî de soz dabûn, Fransa "hewlên xwe yên ji bo pêvajoyeke veguhêz a aştiyane didomîne ku dê rê li ber avakirina Sûriyeyeke azad, yekgirtî, xwedîserwerî, aram û berfireh veke ku bi temamî li gel derdora xwe ya herêmî bigunce."

Wezaretê got, "Em û hevpeymanên xwe yên Amerîkayî di nava gotûbêjeke berdewam de ne li gel nûnerên bakur û rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên qonaxa veguhêz.

Em hewlên xwe yên ji bo nêzîkkirina helwestan didomînin."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tevlîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li gel artêşa Sûriyeyê ji bo aramiya Sûriye û herêmê û her wiha şerê li dijî terorê xwedî girîngiyeke çarenûssaz e."

10ê Adara îsal, Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî  û Serokê qonaxa veguhêz ê Sûriyeyê Ehmed Şer rêkeftinek ji bo tevlîkirina hêz û saziyên Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê îmze kir, lê piştî çend gerên gotûbêjan heta niha di cîbicîkirina rêkeftinê de ti pêşketinek çênebûye.

25ê meha borî, Fransayê ragihand ku ew dê li Parîsê mazûvaniya gera bê ya gotûbêjên di navbera Şam û HSDyê de bikin.

Lê belê destpêka vê hefteyê, hikûmeta Sûriyeyê "helwesta xwe ya tund" a li hemberî konferansa ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve li Hesekê hatibû lidarxistin ragihand û ew wekî "derbeyeke" rasterast li hewlên danûstandinê bi nav kir.

Hikûmeta Sûriyeyê red dike ku beşdarî ti civîneke li Parîsê bibe û daxwaza veguhastina hemû gotûbêjan ji bo Şamê dike.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist