Fransa wê balafir û keştîyên şer bişîne Behra Sipî

Fransa jî tevlî rageşîya di navbera Tirkîye û Yewnenîstanê ya li Rojhilata Behra Sipî de bû. Fransa bîryara zêdekirina hebûna xwe ya li heremê kir û wê 2 balafirên şer û keştîyeke şer ya mezin (firqateyn) bişîne Rojhilata Behra Sipî.

Fransayê bîryar da ku rageşîya di navbera Tirkîyê û Yewnenîstanê de hebûna xwe ya leşkerî li Behra Sipî zêde û xurt bike. Li gorî daxuyanîya Wezareta Berevanîya Fransayê wê 2 balafirên şer yên bi navê Rafale û firqateyneke bi navê Lafayette bişîne Rojhilata Behra Sipî.

Li gorî çavkanîyeke Reutersê jî artêşa Yewnenîstanê û artêşa Fransayê li girava Gîrîtê tetbîqateke hevpar pêk anîne. Heman çavkanîyê dîyar kirîye balafirên şer û firqateyn serê sibê gihiştine Gîrîtê.

Serokmarê Fransayê Emmanuel Êacron jî doh piştî hevdîtina Serokwezirê Yewnnenîstanê Kiryakos Mîçotakîs gotibû, me bîryar stendîye ku hêzên xwe li Behra Sipî zêde bikin. Macron li ser hesaba xwe ya twitterê de wiha gortibû: “Bîryara lêgerîna neftê ya Tirkîyê yekalî girtîye, rageşîyê mezintir dike. Tevgerên bi vî awayî yên herdu cîranan û hevalbendên NATOyê jibo dîyalogê divê bidawî bibin. Min bîryara xurtkirina hêzên xwe yên li Rojhilata Behra Sipî bi Yewnenîstanê û şirîkên me yên YEyê stend.”

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist