Fransa şûnwarên dîrokî yên Amêdiyê nûjen dike

.

Hikûmeta Fransa biryar daye hin cîhên herî giring ên şûnwarên dîrokî yên Amêdiyê nûjen bike.

Qaymeqamê qeza Amêdiyê Warşîn Selman ji BasNewsê re ragehand: ‘’Konsolê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Olivier Decottignies û Balyozê Fransayê li Iraqê Eric Chevallier serdana qeza Amêdiyê kirine û ji nêzîk ve agahdarê rewşa deverê bûne û di heman demê de amadebûna xwe nişandan ji bo nûjen kirina beşek ji şûnwarên dîrokî yên herî giring ên qeza Amêdiyê.’’

Qaymeqamê qeza Amêdiyê got: ‘’Di serdana balyoz û konsolê giştî yê Fransayê bo Amêdiyê de, amadebûna du rêxistinên Fransayê diyar kirin ji bo nûjen kirina çend şûnwarekî dîrokî yên giring ên wek Dibistana Qûbehan, Mizgefta kevin a Amêdiyê û Dêra Amêdiyê.’’

Herwaha got: ‘’Qeza Amêdî ji bo sektor kiştûkal û geştyarî û şûnwarên dîrokî giringe. Ji ber wê jî giringîdana wan sektoran dê tevgerekî baştir bixe deverê, ji ber ew şûnwarên dîrokî yên bên nûjen kirin, dîroka wan vedigere bo zêdetirî 400 sal berî naha.’’

Kurdistan Haberleri

Ji ber gendeliyê bi dehan parlamenter û berpirsên Îraqî hatin desteserkirin
Egîdê Kurdan di boksê de bû Şampiyonê Cîhanê
Cenazeyê Pêşmergeyekî PAKê li otelekê hat dîtin
Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat