Fransa: Ajansa Anadolûyê navenda propagandayê ye û nûçeyên nerast çêdike

.

Li Fransayê saziyeke ser bi Wezareta Navxweyî gotiye, Ajansa Anadolûyê nûçeyên nerast çêdike û ajans weke navendeke propagandayê binavkiriye.

Li Fransayê saziyeke ser bi Wezareta Navxweyî nûçeyên Ajansa Anadolûyê li ser Twîtterê belavkiriye û bertek nîşan daye.

Saziyê îdiakiriye ku Ajansa Anadolûyê navendeke propagandayê ye, nûçeyên nerast çêdike û ajanseke asayî nîne û gotiye, “ Ajansa Anadolûyê xwe weke ajanseke çapemeniyê dide naskirin. Di rastiyê de rewş weha nîne: Ajansa Anadolûyê desteyeka propagandayê ye ku di malpera xwe de bi rêya derew û îftirayan bi kuncenivîsan êrişî Fransayê dike.”

Komîteyê Ajansa Anadolûyê bi çêkirina nûçeyên nerast li dijî Fransayê sûcdar kiriye. Komîteyê bibîrxistiye ku di destûra bingehîn a Fransayê de “Komar, azadiya baweriyê pêktîne. Gerantiya îbadeta azad dide û gotiye, “"Li Fransayê hemû welatî, bawermend an jî nebawermend wekhev in"

Her weha saziyê ji nûçeyên Ajansa Anadolûyê mînak jî parve kiriye. Komîteyê di 27ê Nîsanê de nivîsa Fatîh Karakayayî  ya bi sernavê "Emmanuel Macron axaftina xwe diguherîne, nîşaneya xerab e ji bo demokrasiyê" ya bi dîmeneke damgeya"derew" li sere belavkiriye. Komîteyê gotiye, "Di vê gotarê de Ajansa Anadolûyê Fransa bi 'krîmînalîzekirina hin kesan ji ber nêrînên wan û ji ber girêdayiya wan a olî' sûcdar kiriye. Ev yek bi temamî şaş e."

Komîteyê nûçeya ku 22ê Nîsanê de hatiye weşandin jî belav kiriye. Her weha komîteyê gotina “Fransa dixwaze misilmanan bêdeng bike” ku di nûçeya ajansê de ye derewandiye.

Bianet

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe