Fransa: 13 jinên Fransî yên DAIŞê ji kampên Rojavayê Kurdistanê revîyan!

Tê gotin ku 13 jinên Fransî yên DAIŞê kampên Rojavayê Kurdistanê revîyane.

Navenda Nûçeyan - Dezgeha Dijîterorê ya Fransayê ragihand, di dema dawî de 13 jinên DAIŞê yên Fransî ji kampa Holê ya li Hesekê û kampa Eyn Îsayê revîyane, ku yek ji wan jinan hevjîna pilankarê êrişa terorîstî ya sala 2015 ya Parîsê ye.

Di wê derbarê de Damezirênerê Rêxistina Dijî Eşkenceyê yê Fransî Jean-Charles Brisard got, revîna wan jinên DAIŞê, nîşana wê yekê ye ku rêveberîya Rojavayê Kurdistanê şîyana wan ya zeftkirina terorîstên bîyanî tine.

Wî berpirsê Fransî her wiha got, metirsîya herî mezin ew e, ew kesên ji Sûrîye û Iraqê direvin, li deverên din xwe komî hev dikin û dibe ku bi veşartî jî vegerin Ewropayê.

Zêdetir ji 11 hezar jin û zarokên DAIŞê di kampa Holê de ne.  Tevî ku rêveberîya Rojavayê Kurdistanê bi berdewamî bang li welatên bîyanî dike, ku bi berpirsatîya xwe rabin û welatîyên xwe ji kampê werbigirin û çareyekê ji rewşa girtîyên DAIŞê re bibînin, lê heta niha ti çareserî nehatîye kirin.

Basnews-K24

 

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe