Frank Walter Steinmeier dubare wek Serokkomarê Almanyayê hat hilbijartin

.

Serokomarê Almanyaya Federal Frank-Walter Steinmeier ku erka wî ya 5 salan bidawî bûbû, îro Yekşemê di hilbijartinên Meclîsa Federal de careke din bo wê postê hat hilbijartin.

Kongreya Federasyonê ya Meclîsa Federal a Almanyayê di hilbijartina îro 13ê Sibatê ya serokomariyê de, Frank-Walter Steinmeier di gera yekem a dengdana endamên Lijneya Federal de, bi piraniya dengan hat hilbijartin.

Frank-Walter Steinmeier di gera yekem a dengdanê de ji nav 1425 dengên derbasdar 1045 deng standin û careke din bû serokomarê Almanyayê.

Steinmeier, ji sala 2017an ve serokomarê Almanyayê ye ku ew post ji serokomarê berê Joachim Gauck wergirtibû.

Amerîka Haberleri

Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kurdistanê binpêkirineke eşkere ye
Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye
Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene