Fraksiyonên Parlamentoya Iraqê ji bo yasaya “tawanên li dijî Êzidiyan” li hev kirine

.

DAIŞê nêzîkî 6 hezar zarok, jin û keçên Êzidî revandin. Herwiha hejmareke mezin ji Êzidiyan hatin kuştin û desteserkirin û sedhezaran jî koçber û derbider bûn. 

Fraksiyonên Encûmena Nûneran a Iraqê li ser dariştina yasaya gorên bikomî û yasaya keç û jinên Êzidî yên ji destê DAIŞê rizgar bûne li hev kirine.

Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê (Parlamento) Hesen Keibî aşkere kir, fraksiyonên parlamentoyê li ser dariştina yasaya gorên bikomî û yasaya keç û jinên Êzidî yên ji destê DAIŞê rizgar bûne lihev kirine û di dema bê de her du yasa tên pesendkirin.

Ev daxuyaniya Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran di çarçova ahengekê de hat ku Komîteya Malbatan a Parlamentoyê bi hevkariya ligel çend rêxistinên nehikumî ji bo rêzgirtin li keç û jinên Êzidî yên ji destê DAIŞê rizgar bûne bi rêk xistibû.

Di dema dagîrkirina Şingalê di Havîna sala 2014an de, DAIŞê nêzîkî 6 hezar zarok, jin û keçên Êzidî revandin. Herwiha hejmareke mezin ji Êzidiyan hatin kuştin û desteserkirin û sedhezaran jî koçber û derbider bûn.

Parlamentoya Iraqê ji bo pesendkirina yasaya keç û jinên rizgarbûyên Êzidî kar dike û di projeyasayê de tawanên li dijî Êzidiyan weke 'jenosîd' tê dîtin û tê gotin ku divê çi "lêborînên giştî yan taybet" tawanbarên vê jenosîdê li xwe negire.

(K24) 

Kurdistan Haberleri

Xelkê Siwêdayê daxwaza vekişîna hêzên Şamê dike
Li Dêrsimê aşê gundê Elewiyan kirine mizgeft
Şeybanî: Em û HSDyê ji nêzîkbûna leşkerî derbasî çareserkirina pirsgirêkan bûn
Nêçîrvan Barzanî: Divê ne Zona Kesk û Zona Zer, tenê Zona Kurdistanê hebe
Mark Savaya tekez li ser kontrolkirina komên çekdar kir