Fraksîyona Saîrûn: Divê parlamento destjikarberdana Ebdûlmehdî pesend bike

Fraksîyona Saîrûn li Parlamentoya Iraqê, ragihand ku divê parlamento destjikarberdana Adil Ebdûlmehdî pesend bike û daxwaza pêkanîna hikûmeta teknokrat kir.

Navenda Nûçeyan- Fraksîyona Saîrûn li Parlamentoya Iraqê derbarê biryara destjikarberdanê ya Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdûlmehdî daxuyanîyek belav kir.

Di wê daxuyanîyê de Fraksîyona Saîrûn daxwaz dike ku sibê (30.11.2019) parlamento bo gotûbêjkirina vê rewşê kom bibe û biryara destjikarberdana Adil Ebdûlmehdî pesend bike.

Fraksîyona Saîrûnê piştevanîya  ya bo gotara rêberê mezin ê şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî ragihand û daxwaza hikûmeteke teknokrat kir.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî îro di daxuyanîyekê de aşkere kir ku ew dê destjikarberdana xwe pêşkêşî parlamentoya Iraqê bike û dîyar kir, “Ji bo ku Iraq nekeve nav şer, alozî û zehmetîyan, ez dê destjikarberdana xwe pêşkêş bikim.”

Ew biryara Serokwezîrê Iraqê, piştî gotara îro ya rêberê mezin ê şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî hat ku di wê di wê gotarê de Sîstanî daxwaz ji parlamentoya Iraqê kiribû û gotibû, “Lezê bikin bo pesendkirina zincîreyek yasayên taybet bi hilbijartinan ku bi razîbûna gel be, da ku amadekarî bê kirin bo encamdana hilbijartineke azad û paqij.”

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist