Fraksîyona Etah dixwaze Ebdulmehdî dîsan posta serokwezîrîyê werbigire

Doh roja sêşemê Fraksîyonêa Etah a Parlemantoya Iraqê ku Serokê Desteya milîsên Heşdî Şabî Felah Feyaz serokayetîya wê dike daxwaza wê yekê kirîye Adil Ebdulmehdî bo avakirina hikûmeta demkî were erkdarkirin.

Navenda Nûçeyan- Parlementerê Fraksîyona Etah a Heyder Fuadî da zanîn mercîyetê şîe dikare Iraqê ji wê qeyrana aborî rizgar bike. Gerwiha Heyder Fuadî da zanîn ku Adil Ebdulmehdî jî di demeka kurt da karî bi projeyên rastîn di warê kareba perwerde û tendirustîyê da bike.

Herwiha Fuadî daxwaza wê yekê kir ku Adil Ebdulmehdî careka din bo avakirina hikûmeta demkî were erkdarkirin û destêwerdan di karûbarên wî da neyê kirin.

 

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir