Foza Yûsif: Wê HSD ne dûr bibe dendika Artêşa Sûriyê

.

Endama desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Rojavayê Kurdistanê Foza Yusif, derbarê hevdîtina 1ê Hezîranê ya şanda HSDê li Şamê daxuyanî dan.x

Foza Yûsif, li ser bicihanîna peymana 10ê Adarê ya di navbera Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî de û civîna 1ê Hezîranê ji televezyona El-Heses re axivî.

Yûsif got ku divê di siberojê de, rola HSDê di Sûriyê de hebe û ne dûr e ku bibe dendika Artêşa Sûriyê.

Yûsif li ser civîna 1ê Hezîranê ya Şamê diyar kir ku wan bi Şamê re mijara vegera koçberan a bi ewle bo deverên wan gotûbêj kiriye.

Herwiha da zanîn ku ew û Şamê gihîştine wê lihevkirinê ku divê pirsgirêk bi diyalogê çareser bibin û ji bo vê jî wê komîte werin avakirin.

Foza Yûsif got, ew sûriyeke yekbûyî ku pirrengiyê û mafên pêkhateyan diparêze, dixwazin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist