Forma aborîya Davosê guftûgo li ser seqamgirîya aborî û sîyasî ya cîhanê dê bike

Forma aborîya Davosê li Swîsrê dest bi karên xwe dê bike û di vê forma Davos 2020ê de guftûgo li ser gef û metirsîyên ser asayîş û aborîya cîhanê dê bê kirin.

Navenda Nûçeyan- Biryare roja 21.01.2020ê forma aborî ya Davosê li Swîsrê bi beşdarîya dehan rêveber û kesayetên payebilind ên cîhanê ve 4 rojan dê berdewam bike.

Li gor zanyarîyan serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beşdarî formê dibe û li gel rêveberên sîyasî û aborî yên bi bandor ên cîhanê re hevdîtinan dê pêkbîne.

Di forma îsal de hin mijarên peyvendîya xwe bi asayiş û seqamgirîya cîhanê ve hene dê bên gotûbêj kirin ku waha ne:

- Têkçûna keşûhewayê rûyê erdê û jîngeyê û rêyên çareserîyê.

- Şewata li daristanê Australia

- Metirsîya şerê navbera Amerîka û Îranê – rêkeftina welatên 5+1 a li gel Îranê.

- Ketina balefira sivîl a Ukraynayê ji alîyê sipaha pasdarên Îranê ve.

- Nakokîyên aborî yên Amerîka û Çînê.

- Nakokîyên navbera Amerîkayê û welatên Yekitîya Ewropayê.

- Metirsîyên tenduristîyê li ser cîhanê.

Her sal rêveberên sîyasî û aborî yên payebilindên cîhanê li bajarokê Davos a Swîsrê bo guftûgo kirina rewşa aborî û sîyasî ya cîhanê dicivin.

Basnews

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist