FKKS: "118 salîya Rojnamegerîya Kurdî pîroz be!"

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê di 35 salîya xebata xwe de 134 hejmar "Berbang" derxist; piştî pêşketina tora înternetê ew xebata xwe li ser vê torê domand.

FKKS: "118 salîya Rojnamegerîya Kurdî pîroz be!"

118 sal berê di 22ê Nîsana 1898an rojnameya yekem "Kurdistan" li Qahîreya ji alîyê Miqdat Mîdhet Bedirxan hat weşandin. Rojnamegerîya Kurdî tovê xwe li derveyî welêt avêt û li derveyî welêt geş bû. Li derveyî welêt gelek rojname û kovar derketin. Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê di 35 salîya xebata xwe de 134 hejmar "Berbang" derxist; piştî pêşketina tora înternetê ew xebata xwe li ser vê torê domand.

75 sal piştî derketina ro...jnameya yekem "Kurdistan" di 1973an de li Kurdistana Başûr, 22ê Nîsanê wek Roja Rojnamegerîya Kurdî hat qebûlkirin û ji wê rojê de ye her sal ev roj bi awayên cur be cur wek Roja Rojnamegerîya Kurdî dihê pîrozkirin.

Rojnamegeriya kurdî neynika xebat, têkoşîn, trajedî û rewşa ronakbîr û civata kurd ya dema hişyarbûna neteweyî ye. Yên ku di vî warî de keda wan derbas bûne hemûyan silav dikin û hemû xebatkar û rojnamevanên kurdên ku di vê riyê de şehîd bûne bi giramî bi bîr tînin û dibêjin roja rojnamegerîya kurdî pîroz be!

22.04.2016
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

Siyaset Haberleri

Neteweyên Yekbûyî bangî Şamê kir: Bi HSDyê re gotûbêjan bikin
Li Hewlêrê 2 kes ji ber kuştina ajelekî kûvî hatin desteserkirin
Jineke Kurd li Zanîngeha Harvardê dersa Kurdî ya asta bilind dide
Macron, ji bo Polonya seha hewa xwe biparêze balafirên Rafale dişîne Polonyayê
Nedîm Zehawî: Herêma Kurdistanê pêşketineke berçav bi dest xistiye