Firokeyên Tirkîyê li devera Pişder ya Başûrê Kurdistanê dan

Gundek hat valakirin

Navenda Nûçeyan- Firokeyên şer yên Tirkîyê gundên devera Pişder ya Başûrê Kurdistanê bordûman kirin, gundek hat valakirin.

Şeva borî firokeyên şer yên Tirkîyê, bi behaneya hebûna hêzên PKKê, gundên devera Pişder li bintara çîyayê Qendîl bordûman kirin.

Qaymeqamê nahîya Sengeser, Nehro Ebdullah ji BasNewsê re got, şeva borî derdora saet 19:00 firokeyên Tirkîyê li gundê Sergey Nêl û hinek deverên din dan.

Nehro Ebdullah her wiha got, xelkê gund ji tirsa bordûmanê ji gund derketin lê zîyanek mezin gihîşt dar û bax û xanîyên wan.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist