Fînlanda: Şerê Ukraynayê nîşan da ku Ewrûpa bihêz nîne

.

Serokwezîra Fînlandayê Sanna Marin bal kişand ser şiyana Ewrûpayê ya li hember hêza Rûsyayê û got: “Şerê Ukraynayê nîşan da ku ji bo rûbirûbûna Rûsyayê, Ewrûpa bihêz nîne.”

Serokwezîra Fînlandayê Sanna Marin bal kişand ser şiyana Ewrûpayê ya li hember hêza Rûsyayê û got: “Şerê Ukraynayê nîşan da ku ji bo rûbirûbûna Rûsyayê, Ewrûpa bihêz nîne.”

Sanna Marin ku welatê wê namzedê endambûna NATOyê ye, ragihand; şerê Ukraynayê xalên lawaz û şaşiyên stratejîk ên welatên Ewrûpayê li hember Moskowê eşkere kir.

Marin diyar kir: “Divê ez rastgo bim, Ewrûpa bi awayekî pêwîst ewqas bihêz nîne, bêyî Amerîkayê em ê têk biçin.”

Herwiha got: “Divê em bi her awayî alîkariya Ukraynayê bikin, Amerîkayê roleke bibandor di pirçekkirina Kîevê de lîstiye, tevî wê, pêşkêşkirina alîkariyên maddî û mirovî jî.”

Li ser sîstema dije mûşekan, Serokwezîra Fînlandayê got: “Divê em tekezî li danîna sîstema dije mûşekî li Ewrûpayê bikin.”

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye