Feyyaz Ekmenî digel baranê jî bênavber xebitî

Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Batmanê yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat M. Feyyaz Ekmen, îro digel baranê jî, bêwestan xebatên xwe domandin.

Îro 25ê Adarê, bi çerçoveya xebatên hilbijartinê, Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Batmanê yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat Mehmet Feyyaz Ekmen, digel Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasım Ergun û Serokê Şaxa Batmanê ya PAKê Azîz Ozdemîr û komîsyona hilbijartinê, çû serdana karxaneyên tekstîlê.

Di serdanê de Feyyaz Ekmen, bi hezaran karkerên tekstîlê re bi rûbirû têkilî danîn û behsa projeyên Tifaqa Welatperwer û Demokrat kir û pirsên karkeran bersivandin.

Herwiha M. Feyyaz Ekmen û şanda pê re esnafên sanaîyê jî zîyaret kir û xwe da nasîn û helwesta Tifaqê vegot.

Esnaf û karkerên sanayî û tekstîlê bi awayekî germ pêşwazî Ekmenî kir.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist