Feyyaz Ekmen, serdana esnafên otogarê û galerîya otomobîlan kir

Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Batmanê yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat M. Feyyaz Ekmen, îro 19ê Adarê, li Otogar, Otogara navçeyan û galerîyên otomobîlan digel esnafan bû.

Namzetê Serbixwe yê Batmanê M. Feyyaz Ekmen digel şandeyek ji Tifaqa Welatperwer û Demokrat, îro çû serdana esnafên Otogarê.

Herwiha Ekmenî, Otogara navçeyan û galerîya otomobîlan jî zîyaret kirin û danasîna Tifaqa Welatperwer û Demokrat kir û di derbarê hişmendîya xwe ya şaristanîbûnê digel dikandar û karkeran re parve kir.

Feyyaz Ekmen û şanda pê re belavokên Tifaqa Welatperwer û Demokrat jî belav kirin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist