Feyyaz Ekmen, li çar alîyên Batmanê bû

Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Batmanê yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat M. Feyyaz Ekmen îro li çar alîyan, Batman hejand.

Mehmet Feyyaz Ekmen îro 26ê Adarê, digel Cîgirê Serokê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Kasim Ergun û Serokê Şaxa Batmanê ya PAKê Azîz Ozdemîr û komîsyona hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat, li Taxa Gulîstanê li Qada Mafên Mirovan û li Sûka Kevin a li Gok Taksîyê sitantên xwe yên hilbijartinê vekir.

Ekmen û Ergun, bi mîkrofonan, propagandaya Tifaqê ya hilbijartinê kir. Axaftina wan ên bi kurdî û bi hestîyarîyên Kurdistanî bandoreke mezin li xelkê Batmanê kir.

Ekmen û şanda pê re herwiha, li Cadeya Bankayan û Qada Cumhurîyetê jî belavok belav kirin û serdana esnafan kirin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist