FEYYAZ EKMEN BEŞDARÎ CIVÎNA MECLÎSA PIÇÛK A BATMANÊ BÛ

Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Batmanê yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat, beşdarî Civîna Piçûk a Batmanê bû.

Meclîsên Piçûk, ew sazî ye ku ev 10 salên dawîn, li gelek bajaran, alîyên cuda tînin cem hev û bi awayekî hevçax, nîqaşan dide kirin.

Namzetê Serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat M. Feyyaz Ekmen, ê CHPyê Enver Erdem, ê HDPyê Mehmet Demîr û yê Partîya ÎYÎyê Abdullah Balcı beşdarî civîna Meclîsa Piçûk a bi navê 'Civaka Sivîl Dipirse, Namzetên Şaredarîyê Dibersivînin' bûn.

Di axaftina xwe ya bi zimanê kurdî de Ekmenî behsa divêtîyên birêvebirina şaredarîyan kir û şaredarîyeke beşdarîxwaz a ku digel sazî û dezgehên sivîl, zanîngehan, meclîsên taxan û hwd. ku dê weke parlamentoyên herêmî kar bikin girîng nirxand da ku gel, beşdarî birêvebirina xwe bixwe bin ûpirsgirêkan digel gelî dê bêne çareserkirin.

Bo xwedîderketina bajaran jî Ekmenî anî zimên ku, berîya her tiştî divê pêşî em weke xwe bin û xwedî li nasnameya xwe ya neteweyî derkevin, lewre nasnameya me, çand, ziman, kevneşop û çîroka me, ber bi tunebûnê ve diçe. Pirsgirêka neteweyî pirgirêkek, hiqûqî, sincî û rewa ye.

Ekmenî her wiha got divê bê zanîn, şer û pevçûn, zirarê dide bajarên me, xelkê me, çand û ziman û siruşta me û divê dubare bê zanîn ku weke miletê kurd, doza me dozeke rewa û demokratîk e û bi rê û rêbazên rewa û demokratîk dikare were çareserkirin.

Axaftin û bersivdayîna herikbar û maqûl û herwiha bi kurdî ya Feyyaz Ekmenî bi baldarî û kêfxweşî hate şopandin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist