Feysel Yûsif: Em ê dengê xelkê xwe bigihînin civaka navdewletî

.

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif li ser armanca xwepêşandanên ku li Rojavayê Kurdistanê li dar dixin axivî. 

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif li ser armanca xwepêşandanên ku li Rojavayê Kurdistanê li dar dixin eşkere kir ku ew dixwazin dengê xwe bigihînin Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî ku nirxên kelûpelan her roj zêde dibin, xelk têne girtin û ev jî dibin sedema wê yekê ku xelk ji welatê xwe derkevin û bibin koçber.

Feysel Yûsif li Hewlêrê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser armancên xwepêşandanên ku li Rojavayê Kurdistanê li dar dixin axivî.

Li ser armanca xwepêşandanên li dijî biryarên Rêveberiya Xweser ên zêdekirina nirxên bazarê diyar kir ku ew dixwazin bi van xwepêşandanan dengê xwe bigihînin kesên ku biryar di destê wan de ne û bikarin çareseriyek ji bo rewşa welatiyan bibînin.

Feysel Yûsif diyar kir: “Niha birçîbûn heye, divê alîkariya xelkê were kirin, îro ev biryar têne dayîn weke zêdekirina nirxê mazotê, ji nan bigre heta çûnûhatinê, her tişt bandorê dibîne.”

Yûsif li ser dema xwepêşandanan eşkere kir: “Sibe saet 5 (roja înê 24ê Îlona 2021ê) xelk dê derkevin û li ber Neteweyên Yekbûyî dengê xwe bilind bikin.”

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê li ser daxwazên xwe yên bi rêya xwepêşandanan diyar kir ku ew dixwazin dengê xwe bigihînin Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî ku nirxên kelûpelan her roj zêde dibin, xelk têne girtin û ev jî dibin sedema wê yekê ku xelk ji welatê xwe derkevin û bibin koçber.

Kurdistan Haberleri

Hunergeha Welat klîpeke nû belav kir: Em Herin G
Sido Sidîq: Çend gotin bo 40 rojîya wefata Yusuf Bozarslan
Mîkaîl Aslan: Çi hesteke xweş e ku em li ser axa xwe azad in! 15 demjimêr berê
Azadiya Çapemeniyê: Tirkiye di rêza 158an de ye
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw li Amedê çû seredana PWK, PSK, AKP, DEM Partî û PDK-Tyê