Feysel Yûsif: Divê herêma ewle bi çavdêrîya navdewletî bihê avakirin

Endamê Desteya Serokatîyê ya ENKSê Feysel Yûsif ragihand, du rêkeftinên agirbestê çê bûne, lê xelkê sivîl, pêkhateyên neteweyî û dînî î li Rojavayê Kurdistanê nayen parastin.

Navenda Nûçeyan- Endamê Desteya Serokatîyê ya ENKSê Fêsel Yûsif ji K24ê re ragihand, ew wek ENKSê dengê xwe digihînin civaka navdewletî û welatên sereke ên di Encûmena Asayişa Navdewletî endam, ta êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê tê kirin rawestînin û çareserîyeke sîyasî bi çavdêrîya navdewletî dest pê bibe û herêmeke ewle bê avakirin û gel û herêmên Kurdî bên parastin.

Amaje bi wê jî kir, ji encama êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê tê kirin, bi hezaran kes koçber bûn û pêwîstîya wan bi alîkarîyên mirovî heye.

Herwiha Feysel Yûsîf amaje bi her du rêkeftinên agirbestê kir û got: “Du rêkeftinên agirbestê çê bûne, çi rêkeftina Amerîkî – Tirkîyê û çi ya Rûsîyayê – Tirkîyê ku dibêjin ewê xelkê sivîl, pêkhateyên netewî û olî biparêzin, lê li ser erdê tiştekî din tê kirin. Li dawîyê berjewendîyên welatan tên parastin û pirsên gelan û xelkê sivîl di asta duyem de tê.

Herwiha derbarê helwesta opozîsyona Sûrîyê da Yûsif dîyar kir, ENKS bi rêkeftineke sîyasî bo dabînkirina mafên kurdan beşek e ji opozîsyona Sûrîyê ye, lê ENKS bi aşkere her êrîş yan destdirêjîyek li ser kurd ji Efrînê û ta Dêrikê hatîye, şermezar kirîye. 

Li ser rola Rûsya li Rojavayê Kurdistanê, got: “Di demeke nêzîk de şandeke ENKSê bi Wezareta Derve ya Rûsyayê re dicive û dê dengê xwe bigihîne wê, bo piştevanîya li mafên kurd di Komîta Destûra Sûrîyê de û alîkar bin bo êrîşa li ser erdê li ser meletê tên kirin rawestînin.  “ 

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Neteweyên Yekbûyî bangî Şamê kir: Bi HSDyê re gotûbêjan bikin
Li Hewlêrê 2 kes ji ber kuştina ajelekî kûvî hatin desteserkirin
Jineke Kurd li Zanîngeha Harvardê dersa Kurdî ya asta bilind dide
Macron, ji bo Polonya seha hewa xwe biparêze balafirên Rafale dişîne Polonyayê
Nedîm Zehawî: Herêma Kurdistanê pêşketineke berçav bi dest xistiye