Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê: “4 parçe yek sînema”

.

12em Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê bi sernavê “4 parçe yek sînema” wê were sazkirin.

12em Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê wê di 28ê Çiriya Pêşiyê de destpê bike. Îsal di festîvalê de wê 40 fîlm werin nîşandan ku 4 jê metrajdirêj, 10 belgefîlm, 6 anîmasyon û 23 jî kurtefîlm in.

Saziya amadekar, festîval îsal diyariyî derhênerê Kurd, Rahîm Zahibiyî kiriye ku di 47 saliya xwe de li Îranê ji ber sedemên nediyar hatiye kuştin. Zabihî di sala 1971an de li bajarê Baneyê jidayik bûye. 17 fîlmên kurt, metrajdirêj û belgefîlm amade kirine. Gelek xelat wergirtine ku “Hawar” di Festîvala Fîlman a Clermont-Ferrandê de xelata baştirîn fîlmî standiye.

Festîval her weha di bin sernavê “4 parçe yek sînema”yê de wê pêk were ku armanc dike derhêner, lîstikvan û temaşevanên kurd bîne cem hev.

Festîval wê 28ê Çiriya Pêşiyê saet di 18.00ê de bi konsera Pervîn Çakar û Ertan Tekînî destpê bike. Heman şevê wê fîlmê “Azmûn” ê Şewket Emîn Korkî were nîşandan.

Di bernameya festîvalê de her weha wê bi beşdariya derhêner û lîstikvanan gotûbêj pêk were û festîval wê bi nîşandana fîlmê Ferît Karahanî yê bi navê “Okul Traşı” bidawî bibe.

Ji bo bernameya festîvalê bitikîne

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan