Fermandarîya operasyonên hevbeş a Iraqê daxuyanîyek derbarê êrîşa Amerîkayê de belav kir

Artêşa Iraqê ragehand, 3 leşker ji hêzên wan, 2 polîs û yek sivîl di encama êrişa leşkerî ya Amerîkayê ya şeva borî li parêzgeha Babil hatine kuştin û ev êriş jî bi binpêkirina serwerîya Iraqê pênase kirin.

Navenda Nûçeyan - Fermandarîya Operasyonên Hevbeş di daxuyanîyekê de îro ragehand, demjimêr 01:00ê şeva borî balefirên şer ên Amerîkayê êrîş kirin ser artêşa Iraqê, Komandoyên Firqe ya 19 û binkeyê Heşda Şeibî û Fewca polîsên Babil li parêzgeha Babil ( li Cerfilnesir, Siêdat, behbehanî, sazîya Eşter û firokexane ya Kerbela ewa niha dihêt duristkirin li ser rê ya di navbera Kerbela û Necef).

Fermandarîya operasyonên hevbeş ragehand, ku ew êriş bûye sedema kuştina 3 serbazên komando û birîndarbûna 4ên din. Firqeya 19 ya artêşa Iraqê û dû ji wan rewşa tenduristîya wan girane. Herweha 2 polîên Babîlê hatine kuştin û 2 polîsên din jî birîndar bûne. Amaje bi wê yekê jî kir hêj termên wan li bin avahîyên ketî de mane.

Herweha 5 çekdarên Heşda Şeibî jî birîndar bûne û karkerekê sivîl jî li firokexneya Kerbela hatîye kuştin û yek jî birîndar bûye. Herwaha gelek zîyanên madî jî çêbûne û gelek avahî hilweşîyane û ew çek û teqemenîyên wan jî ji nav çûye.

Heman daxuyanîyê de hatîye ragehandin, em vê êrişê bi tundî şermezar dikîn û binpêkirina hevbeşîyê û hevpeymanîyê ye di navbera hêzên Iraqê û alîyên êriş encam dane de.

Herweha hatîye gotin: Ev hêrişên Amerîkayê bi binpêkirina serwerîya Iraqê ne û wek bersivek bo êrişa ser Tacî hatîye, lê ev nabe çareser û bi berevajî ve dibe sedema zêde xirabûna rewşê û hemû alîyan jî dixe metirsîyê de.

Di dawîyê de hatîye gotin, ev destdirêjîye, ti hevalbend û rêzgirgrtin bo serwerî ya Iraqê û selametîya ax, esman û hemwelatîyên wî têde nîne û derencamên wê bo hemû alîyan metirsîdar dibe; heger neyête kontrolkirin û hemû alî rêz li îrade û sîyasetên dewleta Iraqê negirin.

Basnews

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist