Fermandarê YPGê beşdarî bernameya Newrozê ya li Parîsê bû

.

Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa CDK-F bi boneya Cejna Newrozê resepsiyonek li paytexta Fransa Parîsê li dar xist ku Fermandarê YPGê Nûrî Mehmûd jî beşdarî kir.

Herwiha di resepsiyonê de tevî hejmarek kesayetên fransî serokomarê berê yê Fransayê Françoîs Holland jî beşdarî kir.

Berdevkê Têkiliyên Derve yê CDK-Fê Egît Polat di bernameyê de got, “Weke civaka Kurd em dixwazin girêdayî kok û çanda xwe bin. Em êşa êrişên terorîstî yên li ser Fransayê ji kûr ve hîs dikin. Armanca me ev e ku em diyaloga navbera çandan de pêş bixin.”

Fermandarê YPGê Nûrî Mehmûd jî bal kişand ser helwesta Tirkiye û Îranê li ser Rojavayê Kurdistanê û got: “Hem Îran hem jî Tirkiye ji bo kûrkirina kaosa li Rojava û Sûriyê her tevdigerin. Em li dijî wê li herêmê siyaseta rêya sêyemîn pêk tînin. Ev polîtîka derfetê dide hemû cihêrengî û çandan ku bi hev re bijîn. Divê em hevgirtin û têkoşîna hevpar a li dijî van hêzên paşverû pêş bixin.”

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin