Fermandarê Pasdaran: Îran wê dijminên xwe wêran bike

Roja duşemê 25-11-2019an Fermandarê Hêzên Spaya Pasdarên Îranê Husên Salamî di axiftineke ji medyaya Îranê ra ragihand, Îran dê Amerîka, Îsraîl û Erebistana Siûdî wêran bike eger ku ew hêlên sor derbaz bikin.

Navenda Nûçeyan- Herwiha Salamî got:"Me xwe ragirt nîşan da, me aramîya xwe nîşan da li hember liv û tevgerên Amerîka û rejîma Îsraîlê û Erebistana Siûdî li dij Komara Îsamî ya Îranê..Lê em ê wan wêran bikin,dema hêlên sor derbaz bikin.”

Li alîyekê din roja duşemê berpirsekê Amerîkî gotîye, Kuwait û Qeterê, razîbûna xwe bo beşdarîya di hevpeymanîya deryayî dîyar kirîye, ya ku Amerîka pêşengîya wê dike bo zêrevanîya ava deryayî li herêma Kendavê.

Hevpeymanîya deryayî hat ava kirin piştî ku çendîn caran tanker û gemîyên petrolê li ava Kendavê rastî êrîşan hatin, Amerîka hertim Îran bi alozîyên li herêmê û wan êrîşan tawanbar dike.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist