Fermana girtina xwepêşanderan ji hêzên ewlehîya Iraqê re hat dayîn

Encûmena asayîşa niştimanîya Iraqê fermana girtina xwepêşanderan ji hêzên ewlehîyê re da.

Navenda Nûçeyan- Berdevkê fermandarîya giştî ya hêzên çekdarên Iraqê Ebdulkerîm Xelef ji çapemanîya welatê xwe re ragehand, hêzên ewlehîyê berpirsin ji parastina xwepêşanderan, lê rê nadin ku xwepêşander rêyan dabixin.

Ebdulkerîm Xelef ragehand, encûmena asayîşa niştimanîya Iraqê fermana girtina wan xwepêşanderan ji hêzên ewlehîyê re daye ku bi şewitandina lastîk û bi sedemên din ve rê dadixin bigrin.

Îro roja dawî bû ku xwepêşanderan molet dabûn ku kesek bo serokê hikûmetê bê dîyar kirin, ji ber ti kesek jî nehatîye dîyar kirin xwepêşanderan bi berfirehî li piranîya navçeyên Iraqê dest bi xwepêşandanan kirin û bi dehan xwepêşander hatin kuştin û birîndar bûn.

Basnews

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist