Federasyona Komelên Kurd li Danmarkê: Em êrîşa li ser Ala Kurdistanê bi tundî şermizar dikin

Federasyona Komelên Kurd li Danmarkê: Em êrîşa li ser Ala Kurdistanê bi tundî şermizar dikin

"17 Cotmeh 2020, roja Şemî hejmarek ji alîgirên Heşda Şeibî êrîşî avahiya Liqa 5 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li Bexdayê kirin û avahî şewitandin. Alîgirên Heşda Şeibî, her we ala pîroza Kurdistanê jî şewitandin.

Kiryara li hember remza herî pîroz, ala Kurdistanê û li hemberê Partiya Demokrata Kurdistanê hatiye kirin, kiryareke tirsonek, û dijminahiya gelê kurd û Kurdistanê ye.

Federasyona Komelên Kurd li Danmark vê êrişa teroristî bi tundî şermizar dike. Bila dijminên gelê kurd bizanin ku gelê kurd û ala pîroza Kurdistanê her dem wek kelemek dê di çavên neyarên Kurdan de bimîne.

Federasyona Komelên Kurd li Danmark - FKKD"

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê