Fazil Mîranî: Divê kurd bi xwe wezîrên xwe di hikûmeta Iraqê de destnîşan bikin

Sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî dibêje, divê kurd bi xwe wezîrên kurd yên hikûmeta nû ya Iraqê destnîşan bikin.

Navenda Nûçeyan - Sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî îro di civîneka rojnamevanî de ragihand, şandeka partîyên sîyasî yên Kurdistanê çûye Bexdayê û li ser kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê bi alîyên sunnî û şîe re hevdîtin kirîye.

Fazil Mîranî her wiha got, me wek PDKê gelekî hewl daye ku derz nekeve nav alîyên Kurdistanî, lê nabe kesekî din li Bexdayê wezîrên kurd destnîşan bike. Divê em navên wan kesên ku dikarin bibin wezîr, bidin wan û ji wan re bêjin ev wezîrên kurd in.

Wî berpirsê PDKê da zanîn, helbet PDK behsa pişka xwe di hikûmetê de nake lê divê kurd bi xwe wezîrên xwe destnîşan bikin.

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin