Facebook û Instagram hesabên Trump bo du hefteyan digirin

.

CEOyê Facebookê Mark Zuckerberg dîyar kir ku hesabê Serok Donald Trump heta ew ji kursîya seroktîyê diçe dê astengkirî be.

Mark Zuckerberg dîyar kir ku ger ew di vê peyvajoyê de destûrê bidin Trump ku xizmetên wan bikar bîne ewê rîskeke mezin be.

Bi vî awayekî hesabên Trump yên Facebook û Instagramê dê bo du hefteyan girtî bin.

Twitterê jî ji Trump xwestibû ku sê peyamên xwe yên dawî rake û jiber binpêkirina rêzikên civakî hesabê wî bo 12 saetan girtibû.   

Trump di vîdeoya xwe ya dawî ya li ser medya civakî de dîyar kiribû ku di hilbijartinan de sextekarî çêbûne.

Amerîka Haberleri

Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene
Trump karekî nû da Tom Barrack
Ednan Berî: 19 hezar û 400 mamosteyên Rêveberiya Xweser derbasî pergala wezaretê bûn
PDKÎ: Bi dron û mûşekan êrişî kampên me hat kirin
Parêzgariya Stenbolê amarên desteserkirinên 1ê Gulanê eşkere kirin