Ezîzê Ziyo Bedirxan bû Serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê

.

Îro Înê 22ê Cotmeha 2021an di Konferansa Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê de, Ezîzê Ziyo Bedirxan dengê piraniya endamên konferansê wergirt û wek Serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê (Berbang) hat hilbijartin.

Yekitîya Kurdên Qazaxistanê ku wek "Berbang" tê naskirin, îro li bajarê Alma Ata ya Qazaxistanê konferansa xwe saz kir. Konferans di jêr navê Konferansa hesavdayînê û hilbijartinê ya Yekitîya Kurdên Qazaxistanê "Berbang" hat lidarxistin û tê de, Ezîzê Ziyo Bedirxanî wek serokê nû yê wê yekîtiyê hat hilbijartin.

Ezîzê Zîyo Bedirxan sala 1953an li bajarê Qazaxistanê Alma Atayê hatiye dinyayê. Malbata wî sala 1944-an ji Gurcistanê ji herêma Axiskayê ber bi Asyaya Navîn ve hatiye sirgûnkirin. Koka malbata wî ji Cizîra Botan e. Weke Ezîzê Ziyo bi xwe dibêje, ew ji binemala Bedirxaniyan in.

Ezîzê Zîyo Bedirxan di nava diyasporaya kurdên Sovyetê de weke karsaz, nivîskar û çalakvanekî civakê tê naskirin.

Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê roleke çalak di rêxistinkirina diyasporaya kurdan lîstiye û sala 1992-an bûye yekemîn Serokê ê Yekîştiya Kurdên Qazaxistanê “Berbang”ê.

Piştî Ezîzê Zîyo, rewşenbîrên navdar ên mîna Bedirê Mûsa û Nadirê Kerem Nadirov û Knyazê Îbrahîm serokatiya Berbangê kirine.

Piştî ku Knyazê Îbrahîm, Serokê “Berbang”ê yê berê, ku di heman demê de Serokê Federasyona Navneteweyî ya Kurdên Sovyeta berê jî bû, di 08.09. 2021 de wefat kir, ciyê wî vala mabû.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn