Ezîz Şerkanî: Zarokên Êzidî yên winda war û kesûkarên xwe nas nakin

.

Îro roja cîhanî ya kesên winda ye. Şêwirmendê Tora Hevpeymaniya Kêmaniyên Îraqê amajeyê dide, “Ew zarokên Êzidî yên ku li ser destê DAIŞê hatine windakirin û hêşta zindî ne, ji ber ku wê demê hêşta biçûk bûn, niha nasname û war û kesûkarên xwe nas nakin.”

Şêwirmendê Tora Hevpeymaniya Kêmaniyên Îraqê Ezîz Şerkanî îro (În, 30.08.2024) taybet ji K24ê re got, “Rewşa kêmaniyan li Herêma Kurdistanê li beranberî Îraq û Rojhilata Navîn gelek baştir û pêşkeftîtir e.”

Ezîz Şerkanî amaje jî da, “Komkujiya Êzidiyan li sala 2014ê ji aliyê DAIŞê ve li ser astê cîhanê mezintirîn komkujiya sedsala bîst û yekê ye.”

Navbirî ron jî kir, “Heta niha zêdetirî du hezar û 500 Êzidiyan winda ne, hejmareke wan hatiye jenosîdkirin û hejmarek li kempa Holê ye û heta niha nehatiye azadkirin û herwesa hene jî ku ji bo welatên din û xasma welatên Erebî hatine veguhastin.”

Şêwirmendê Tora Hevpeymaniya Kêmaniyên Îraqê herwesa got, “Ên ku hêşta zindî ne û winda ne dibin du hezar kes û piraniya wan jî jin û zarok in.”

Kurdistan Haberleri

Efrîn: Roja Zimanê Kurdî bi daxwaza fermîbûnê hat pîrozkirin
Elî Zeydî wekî Serokwezîrê Îraqê dest bi kar kir
Seroka Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê Seyran Dûran Li Amedê Seredana PWKyê Kir
Mem Ararat: Ez ne xulamê bavê ti kesî me
TIRKIYE - Amerîkayê fermandarekî Ketayîb Hizbulahê desteser kir