“Ez ne poşman im ku min ji Ocalan gul wergirt”

Serokê Giştî yê Partiya Vatan a Tirkiyê, Dogu Perînçek li ser hevdîtina xwe ya bi rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan re û wergirtina gulan ji wî, dema ku ew rojnemavan bûye, axivî.

Serokê Giştî yê Partiya Vatan a Tirkiyê, Dogu Perînçek li ser hevdîtina xwe ya bi rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan re û wergirtina gulan ji wî, dema ku ew rojnemavan bûye, axivî.

 

Dogu Perînçek di hevpeyvîneke li gel Kovara Aydinlik de, ku heftiyê carekê belav dibe, amaje bi hevdîtina xwe ya li gel Abdullah Ocalan, di serdemekê de ku ew bi xwe rojnamevan bûye, kiriye û ragihandiye, ew ji wergirtina gulan ji Abdullah Ocalan “poşman nîne.”

 

Serokê Giştî yê Partiya Vatan di bersiva pirsa, ‘Hûn qet poşman nînin ku we ji Apo gul wergirtiye’, wiha bersiv daye: “Na. Min tiştekî gelek dirist kir. Mesele ne mesleya wergirtina gulan e. Dema Abdullah Ocalan hate girtin, wî got; Perînçek hate cem min û ji min re got, li gel Amerîka û Îsraîlê nebe, dest ji çekan berde û di Tirkiyeya yekparçe de cih bigire. Min li wê derê tiştekî gelek rast kir. Min ew nekiriba, dê di nav dilê min de girêyek (uqdeyek) maba. Ez bi her kesî re hevdîtinê dikim, bi Trump re jî rûdinêm. Ez bi dijmin re jî rûdinim. Bi her kesî re rûdinêm.”


 

Perînçek yek ji siyasetmedarên tundrew ên Tirk e û bi hemû awayî dijatiya her core destkeftekî Kurdan li her cihekê dike.


 

Di dema referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de jî, Perînçek ne tenê bi aşkerekirina helwesta xwe dijatiya referandumê dikir, lê belê bo dijatiya vê proseya demokratîk a gelê Kurdistanê ketibû nava tevgerê. Her di vê çarçoveyê de, Perînçek serdana Îranê kiribû û bi şêwirmendê Elî Xaminêyî yê Rêberê Îranê, yê bo peywendî û karûbarên navdewletî, Elî Ekber Wilayetî re civiyabû.


 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da