Ewropa daxwaz dike tundûtûjîyên Îranê bên bidawîkirin

Yekîtîya Ewropayê daxwazê ji hikûmeta Îranê dike ku ligel xwepêşanderan bi aramî tevgerbigere.

Navenda Nûçeyan- Berdevka Yekîtîya Ewropayê Maja Kocijancic roja Pêncşemê di daxuyanîyekê de got: “Em ji ‎hêzên ewlekarîyên yên Îranê çaverê dikin ku heta ji wan bê di tevgera ligel xwepêşanderan de li ‎ser xwe bin.”‎

Maja Kocijancic dîyar kir ku ew daxwazê ji Îranê dikin dawîyê li tundûtûjîyên dijî ‎xwepêşanderan bîne û ti corekî tundûtûjîyê nayê qebûlkirin. Herwiha tekez dike ku dive mafê ‎azadîya ramanê û xwepêşandanê parastî be.‎

Daxuyanîya Berdevka Yekîtîya Ewropayê Maja Kocijancic, di demekê de ne, ku xwepêşandanên li Îranê berdewam in, lê belê hikûmeta Îranê dibêje, dawî li xwepêşandanan hatîye.

Tevî ku hikûmeta Îranê îddia dike xwepêşandan bi dawî hatine û rewş aram bûye, lê belê heta niha jî hêla internetê li seranserê Îranê tine ye û ji alîyê hikûmetê ve hatîye qutkirin.

Her çend heta niha amareke dirist derbarê qurbanîyên alozîyên di xwepêşandanan de li ber dest tine ye, lê belê li gor vîdeoyên ku di du rojên destpêkê yên xwepêşandanan de li ser sosyal medyayê hatine belavkirin û li gor çalakvan û çavkanîyên navxweyî yên Îranê, bi dehan kes ji alîyê hêzên hikûmeta Îranê ve hatine kuştin.

Herwiha Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) pêr amarek belav kir û ragihand, heta dema amadekirina wê raportê herî kêm li 21 bajarên Îranê 106 kes ji xwepêşanderan ji alîyê hêzên ewlehîyê yên Îranê ve hatine kuştin.

Amnesty herwiha ragihandîye, hin video gihîştine destê wan û li gor zanyarîyên hin şahidên bûyeran, hêzên hikûmeta Îranê gelek binpêkarî li hember xwepêşanderan kirine.

Ew amara ku Amnesty belav kirîye, hejmara qurbanîyan li tenê 21 bajarên Îranê ye, di demekê de ku li zêdetir ji 110 bajarên Îranê xwepêşandan.

Çavkanî: Rûdaw

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da