Ewên ku şeva borî ji alîyê DAIŞê ve hatibûn revandin, kuştî hatî dîtin

Ew du kesên ku şeva borî li nahîya Rîyaz ya Kerkûkê ji alîyê DAIŞê ve hatibûn revandin, kuştî hatin dîtin.

Navenda Nûçeyan- Şeva borî çekdarên DAIŞê li gundê Xatûnîye yê nahîya Rîyaz ya Kerkûkê, du kes bi tohmeta hebûna pêwendîyên wan bi hêzên Iraqî re revandibûn.

Li gorî agahîyên BasNewsê, îro danê sibê ew du kes li nêzîkî heman gundî kuştî hatin dîtin.

Li gorî agahîyên BasNewsê, liviîn û çalakîyên DAIŞê li bajarokên Dubiz, Hewîce û Daqûqê didomin. Tê gotin ku bi şevan hinek gund û dever bi temamî dikeve bin kontrola wan.

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist