Evro 54 sal derbaz dibin bi ser dastana Hendirên.

Berî 56 salan li şerê Hendirên Pêşmeregeyên Kurdistanê bi xwîna 3 şehîdan dastanek tomarkirin

Navenda Nûçeyan - Evro 54 sal derbaz dibin bi ser dastana Hendirên. Di wê dastanê de Pêşmergeyên Şorişa Îlonê bi rêberînîya Mistefa Barzanî şîyan hêrişeka berfireha supayê Îraqê bi xwîna 3 Pêşemergeyan têk bişkînin û xwena dijmanan bo ji navbirina Şorişa rizgarîxwaza Kurdistanê pûç bikin.

Berî 54 salan, li sala 1966 supayê Îraqê pilanek darijtin bo kontirolkirina navenda Şorişa Îlonê. Xwaztin di hêrişeka berfireh de û bi gelek çekên mezin ve, li 12yê Gulana wê salê, şorişa Îlonê  bi serkiratîya Mistefa Barzanî  ji nav bibin.

Li gor wê pilanê, pêwîst bû di destpêkê de, çend cihên destnîşankirî kontirol bikin, lê Pêşmergeyên Kurdistanê bi serkirdatîya rasterasta Idrîs Barzanî di pilaneka dije hêriş de ku Hizba Komonîsta Îraqê jî têd hevkar bû, li 12 Gulanê, ew hêriş berfireha rijêma Îraqê têkşikand û lîwayên 1,3,4 û 5 yên supayê Îraqê li çîyayê Hendirên, Zozik, Gerûua Ûmer Axa û Akoyan bi temamî hatin têkşikandin.

Di wê hêrişa rijêma Bexdayê de hejmareka mezin ji serbazên supayê Îraqê pişikdar bûn û ku hejmara wan nêzîkî 5 hezar serbazan bûn. 150 Pêşmege li beranber wan hêzên Îraqê rawestan û gurezeka kujek li wan xistin û hêrişa supayê Îraqê têkşikandin û zîyaneka mezina canî û madî gehanin supayê Îraqê.

Hêza Pêşemerg bi xwîna sê şehîdna karîn li wî şerî serkevin û dastana Hendirên tomar bikin. Ew şehîd jî ev bûn: Şehîd Xidir Ebdûllah Beg dergeleyî, şehîd Salih Mam Yasîn Rewandizî û şehîd Erîf Yûsif.

K24

 

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe