Evin Incir bû Parlamentera Yekitiya Ewropayê

Yekem keça kurd ji Swêdê derbasî parlemana YE dibe

Doh roja yekșemê encamên destpêkî yên hilbijartina Yekîtiya Ewropayê diyar bûn. Di nav encaman de Partiya Sosyaldemokratan pênc kursî wergirtin ku yek ji wan ji keça kurd Evin Incir (Evîn Încîr) re ye. Incir dibêje pirsa mafê mirovan û demokrasiyê ji wê re pirsên herî giring in.

Di rojeva wê ya siyasî de pirsa kurdan jî heye. Incir dibêje niyeta wê heye ku di parlemana YE de komîteyeke taybetî ji bo pirsa kurdî ava bike.

Evîn di hevpeyvîna xwe ya bi Radyoya Swêdê a beşê kurdî re dibêje ew ji encama hilbijartinê gelekî kêfxweş e û spasî wan kesên ku di kampanya wê de alîkariya wê kirine dike.

Evîn Încîr dibêje ew ê di Parlamentoyê de girinyiyeke pirr mezin bide pirsa kurdî û her weha rewşa çar perçên Kurdîstanê jî dê bîne rojeva Parlamentoyê.

SR

Siyaset Haberleri

Koşka Spî: Şerê Îranê ber bi dawiyê ve diçe
Kurdên Amûdê û Girkê Legê ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê daketin kolanan
Umêd Xoşnaw: Heta grubên çekdar li sînorê madeya 140 bin, êrîşên li ser Kurdistanê dê berdewam bikin
Keça Kurd Dilvîn Filîta ji Qazaxistanê li New Yorkê xelatek stand
Holendayê ji ber Kurdên Êzidî 9 sal ceza li jineke DAIŞî birî