Evdilbasit Hemo: Divê PYD ji bo zemîna bawerîyê, pêngavên berçav bavêje

Endamê Mekteba Sîyasî ya Partîya Demokrat a Kurdistanê – Sûrîye (PDK-S) Evdilbasit Hemo ji K24 re dîyar kir divê PYD gavên berçav liser erdê bavêje, liser wê zemînê bawerî peyda bibe.

Navenda Nûçeyan- Evdilbasit Hemo ji K24ê ra axivî û da zanîn rewşa deverê li Rojhilata Navîn, bi taybet girêdayî Sûrîye jî, metirsîyek ligel hin welatan peyda kirîye, ku guherîn dê li herêmê encam bidin. Ew welatên, ku 50 salan li herêmê xwedî girîngî bûn, ew giringîya xwe wenda kirin e. Jiber vê yekê, her alî hewl dide, fişarê liser alîyên din bike. Girêdayî vê alozîyê jî, çareserîya sîyasî dûr xuya dike. Jiber ku, her alîyek di çarçoveya berjewendîya xwe de, xwe nêzîkî çareserîya sîyasî dike. Komîteya Destûrî bi xwe, ya ku pêşwazî lê hatibû kirin, tu encam neda.

Liser sekna Tirkîye, ku Amerika û Rûsya rêkeftinên vajo kirin e bicîh neanîn e, Hemo got, ku Tirkîye destweranê li tevayîya herêmê dike. Ji sekna Amerîka û Rûsya jî ne razî ye. Tirkîye dixwaze ajendayên rêberîya islamîyên sunne bike û vegere hêz a dema berî 1916an a dema Osmanîyan.

Li ser Rûsyayê jî Hemo destnîşankir, ku piştgirîya Moskowê ji bo Sûrîye berçav e. Dibe, ku Idlib bibe dever a şerek berfereh, ku berjewendîyên Rûsya/Sûrîye û Tirkîye tên beramberî hevûdu.

Derbarê yekhelwestî/yekrêzîya kurd li rojavayê Kurdistanê Hemû da zanîn divê PYD gavên berçav liser erdê bavêje, liser wê zemînê bawerî peyda bibe.

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir