Ev jî çêbû: Bi kincên leşkeran derketin sehayê

Li Tirkîyeyê hesta neteweperestî û leşkerperestî gelek li pêş e. Ev yek tê zanîn, lê heta niha qet nehatibû dîtin ku lîstikvanên fûtbolê bi kincên leşkeran derkevin sehayê. Îro ev yek li Rîzeyê jî çêbû.

Navenda Nûçeyan - Li Tirkîyeyê hesta neteweperestî û leşkerperestî gelek li pêş e. Ev yek tê zanîn, lê heta niha qet nehatibû dîtin ku lîstikvanên fûtbolê bi kincên leşkeran derkevin sehayê. Îro ev yek li Rîzeyê jî çêbû.

 

Vê hefteyê maçên hefteya 25'emîn ên Lîga Super a Tirkîyeyê hatin lîstin. Yek ji wan maçan jî li Rîzeyê di navbera Rîze Spor û Alanya Sporê de bû. Lîstikvanên Rîze Sporê, serokê kilûbê Hasan Kartal û teknîk dîrektorê tîmê Unal Kahraman bi kincên leşkeran derketin sehayê. Kilûbê ragihand ku "Leşkerên ku di operasyona Tevgera Mertala Biharê de şehîd bûne bibîr bînin bi van kincan derketine sehayê." Lê heta îro tu demê lîstikvanên fûtbolê bi kincên leşkerî derneketibûn sehayê. Ev yek nîşaneya ku Tirkîye ber bi ku ve diçe ye.

Maç bi golên Bammou (dq 35 Alanya) û Samudio (dq 61 Rîze) bi 1-1'ê bi dawî bû.
Wekî nota dawî, li Tirkîyeyê lîstikvanên fûtbolê piranî naçin leşkerîyê, pereyan didin bi vî awayî meseleya xwe ya leşkerîyê çareser dikin.

Dîyarname

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist