Esper Dîyar Dike ku Amerîka û Hinek Hevalbendên NATO, YPG'ê Wek Rêxistineke Terorî Nabînin

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Mark Esper dîyar kir ku ew û jimareke hevalbendên NATO, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wek rêxistineke terorî nabînin.

Navenda Nûçeyan- Esper di rûniştina li Komîsyona Xizmetên Çekdarî yên Cıvata Nûneran de pirsên endamên Kongresê bersîvandin.

Wezîrê Berevanî li ser pirsekê da zanîn ku ew û Tirkîyê bo YPG’ê ji hev cuda difikirin û jiber vê Tirkîye hin gavên NATO dereng dixe û zararê dide wê.

Di rûniştinê de hin endaman bi pirsên xwe îdia kirin ku ‘’Amerîka li Kurdan îxanet kirîye’’

Bi taybetî endamên Demokrat biryara Serok Donald Trump ya ser vekişandina leşkerên Amerîkî bi tundî rexne kirin.

Wan dan zanîn ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan piştî biryara Trump, bo ketina Sûrîyê ‘’wêrektir’’ bûye, Rûsya û hêzên rejîmê ketine cîhê Amerîka û pozîsyonên girîng ji dest Amerîka çûne.

Esper li ser wan pirsan dîyar kir ku Amerîka û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku YPG pêşengîya wê dike, bi tenê bo têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) li hevdu kirîye û wan ser dewleteke xweser û şerê dijî Tirkîyê ti garantî nedaye.

Wî da zanîn operasyona Tirkîyê ya dijî Sûrîyê têkoşîna li hember DAIŞ’ê aloztir kirîye û got ku ewê armanca xwe ya ser tunekirina wê rêxistinê bidomînin.

Çavkanî: Dengê Amerîka

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist