Eskerên Amerîkayê li Sûrîyeyê nehiştine ku eskerên Rûs derbasî qada neftê bibin

Eskerên Amerîkayê ku li Sûrîyeyê ne rê li eskerên Rûs ku xwestin biçin qada neftê ya li parêzgeha Hesekeyê, birîne.

Navenda Nûçeyan- Eskerên Amerîkayê ku li Sûrîyeyê ne rê li eskerên Rûs ku xwestin biçin qada neftê ya li parêzgeha Hesekeyê, birîne.

Li qada neftê ya bajarokê Rimêlanê yê li rojhilatê bakurê Hesekeyê, qayişkêşana Amerîka û Rûsyayê dewam dike.

Li gor nûçeyeka Ajansa Anadoluyê eskerên Amerîkayê ji dewrîyeya Rûs ku ji navçeya Amûdê ya li rojavayê bakurê Hesekeyê hat, xwest ku vegere. Li ser vê yekê di navbera herdu alîyan da bo kurtedemekê alozî derket.

Eskerên Ûris ku rê li wan hat birîn ku derbasî Rimêlana ku baregeha asîmanî ya Amerîkayê lê ye nebe, dû ra neçar ma ku vegere cîyê ku jê hat.

Hebûna Amerîkayê li qadên neftê

Amerîkayê gava Herekata Kanîya Aştîyê dest pê kiribû, baregehên xwe yên li herêma herekatê vala kiribûn, giranîya xwe dabû cîyên ku qadên neftê lê hene.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî dîyar kiribû ku wan, bîrên neftên yên li rojhilatê Sûrîyeyê hildane bin parastinê û herwiha qederek eskerên Amerîkayê jî dê li vê derê bimînin.

Bianet

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist