Esed bo xelkê Tirkîyê: Çi pirsgirêka we li gel Sûrîyê heye?

Serokê Hikûmeta Sûrîyê pirsgirêkên di navbera Tirkîye û Sûrîyê de weke bêmantiq binav kir û ragihand, “Me ti dijminkarîyek li hemberî Tirkîyê nekirîye” û herwiha pirsek arasteyî xelkê Tirkîyê kir, “Çı pirsgirêka we li gel Sûrîyê heye?”

Navenda Nûçeyan - Serokê Sûrîyê Beşar Esed berî kombûna Erdogan û Putin di hevpeyvînekê de li gel kenala Russia 24ê behsa kêşeyên li gel Tirkîyê kir.

Beşar Esed got ku wan ti dijminkarîyek li dijî Tirkîyê nekirîye û got, “Nakokîyên niha yên li gel Tirkîyê bê mantiq in. Berjewendîyên me yên hevbeş li gel Tirkîyê hene. Çandên me têkil bûne.”

Di dewama gotinên xwe Esed pirsek arasteyî xelkê Tirkîyê kir û got, “Çi pirsgirêka we li gel Sûrîyê heye? Pirsgirêkeke çawa heye ku di oxira wê de hemwelatîyên Tirkîyê canê xwe ji dest didin.”

Ev daxuyanîyên Esed di demekê de ne ku şeva 26ê Sibatê di bombebarana firokeyên hikûmeta Sûrîyê de 36 serbazên Tirkîyê canê xwe ji dest dabûn û hejmarek jî birîndar bûbûn.

Herwiha piştî wê êrişê, Tirkîyê jî bi navê ‘Mertala Beharê’ êrişek li dijî hêzên hikûmeta Sûrîyê dabû destpêkirin.

Her li ser vê rewşa aloz a li parêzgeha Idlibê, biryar e sibê, 05.03.2020, Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li Moskowê kombûnekê encam bidin.

 

Siyaset Haberleri

Bafil Talebanî: Serkeftina Zaxoyê dîrokî ye
Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye