Esad: Em ê ligel Artêşa Misrê Iblîbê jî Hatayê jî xilas bikin.

Piştgirê Beşar Esad, Serokê Dewleta Sûrî, Serfermandarê Lîwaya Îmam Mehdî Mîrlîwa Fîras Drouf got, “Armanca me dorpêçkirina Artêşa Tirkîyê ye. Em ê ligel Artêşa Misrê Iblîbê jî Hatayê jî xilas bikin.”

Piştî gotina Wezirê Derve yê Sûrî Velîd Muallîm ya “Em ê Hatayê vegirin” gotinekê ya bi vî şiklî ji alîyê piştgirê Esad Serfermandarê Lîwaya Îmam Mehdî Mîrlîwa Fîras Drouf hat.

Drouf dîyar kir leşkerên Misrê li Idlîbê cihekî nêzikî Artêşa Tirkîyê bicih bûne û got, em ê Hatayê ji Tirkîyê bistînin.

Drouf got, “Artêşa Misrê li başura Idlîbê cihekî nêzikî Artêşa Tirkîyê bicih bûye. Em di mebesta avakirina bargehekê de ne ku Arteşa Misrê bikaribe hedefan bixe. Armanca me dorpêçkirina Artêşa Tirkîyê ye. Em ê ligel Artêşa Misrê Iblîbê jî Hatayê jî xilas bikin.”

Hêjayî gotinê ye di sala 2018an de jî Wezirê Derve yê Sûrî Velîd Muallîm gotibû “Em ê Hatayê vegirin” û dîyar kiribû, “Ev der axa me ye, em ê tevî wan jî em ê wê derê dîsa vegirin.”

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist