Ermenîstanê bi fermî balyozxaneya xwe li Hewlêrê vekir

Ermenîstanê bi fermî balyozxaneya xwe li Hewlêrê vekir

Ermenîstanê bi fermî balyozxaneya xwe li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê vekir û Arşak Manûkiyan (Arshak Manoukian) wek yekemîn Balyozê Ermenistanê gihîşt Hewlêrê.

Li gor Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî diyar kir, do Çarşemê pêşwazî li yekemîn Bayozê Giştî yê Ermenistanê yê li Kurdistanê Arşak Manûkiyan kiriye.

Sefîn Dizeyî li ser twittera xwe da zanîn: “Me di derbarê pêwendiyên du alî û mijarên cihê de, giringiya her du aliyan gotûbêj kir.”<

>

Herwiha Dizeyî da zanîn: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşwazî li destpêşxeriyên dewletan ji bo pêşxistina pêwendiyên me û avakirina hevbeşiyekî bihêz dike.”

Balyozê Ermenistanê yê li Bexdayê Hrachya Poladiyan, di 20ê Hezîrana 2019an de, tevî şandeke welatê xwe serdana Herêma Kurdistanê kiribû û di civîna bi Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî de gotibû, welatê wî dê di sala 2020an de balyozxaneya xwe li Hewlêrê veke.

Bi giştî zêdetir ji 20 balyozxaneyên welatan li Hewlêrê hene. Li gel wê jî hejmarek nivîsgehên balyozxaneyan û 6 balyozxaneyên fexrî hene.

 

Kurdîstan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: 500 Hejmarên Rojnameya Agirî, Berhema Ked û Niştimanperweriyê ye
Çorê Arda: Rexneya Kurdî hîn kamil nebûye
Pêşbirka 1emîn a Helbestan a Fêqiyê Teyran tê lidarxistin
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin