Êrîşa ser koçberên Serê Kaniyê li Qamişlo û Hesekê hat protestokirin

.

Karwanê yekem ê koçberên Serê Kaniyê ku ji nêzîkî 400 heta 650 malbatî pêk dihat, piştî 7 salan ji parêzgeha Hesekê ber bi warê xwe ve bi rê ket, lê piştî gihîştina bajêr rastî êrîşa Erebên hawirde û çekdaran hatin.

Çekdaran êrîşî malbatan kir

Dema ku malbatên kurd piştî koçberiya ji sala 2019an ve xwestin vegerin malên xwe, dîtin ku Erebên hawirde di malên wan de ne û çend çekdarên ji Dêrezorê êrîşî wan kirin. Ji bo ku alozî û şer mezin nebe, malbatên kurd careke din neçar man ku ji Serê Kaniyê derkevin.

Li Qamişlo û Hesekê xwepêşandan

Piştî van bûyeran, li Hesekê û Qamişloyê bi sedan welatî daketin kolanan û li dijî van êrişan xwepêşandan li dar xistin.

Tevî ku biryar hatibû dayîn ku çekdar ji malên xelkê werin derxistin û garantî ji bo parastina can û malê koçberan hatibû dayîn jî, xelk dîsa rastî êrîşê hatin.

Li gorî daneyên Komîteya Koçberên Serê Kaniyê, hejmara koçberên bajêr nêzîkî 12 hezar û 500 malbatî (derdora 72 hezar kesî) ye û hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê û mayînên li herêmê wekî sedemên sereke yên derengketina vegerê tên nîşandan. Her çiqas çûyîna karwanê yekem cihê kêfxweşiyê bû jî, êrîşên dawî û nezelaliya rewşê bûn sedema fikar û dilgiraniya xelkê herêmê.

Siyaset Haberleri

Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist
Hestiyên 153 qurbaniyên Enfalê vedigerînin Herêma Kurdistanê
Termên 25 qurbaniyên Êzidiyan bo Şingalê tên vegerandin
Dibistana Kurdî li Utrechtê hate vekirin
Washington hişyariyê li ser vekişîna yekcarî ji Iraqê dide