Êrîşa li dijî Cemal Batun ji gellek alîyên Kurdî bi tundî hate şermezar kirin

Raya Giştî û platforma siyasî ya Kurd êrîşa dijî Cemal Batun bi tundî şermezar kir

Navenda Nûçeyan - Berî çendîn rojan di medya Tirk de êrîşek ne-etîk û bêehlaqî hemberî hevkarê me rojnamevan Cemal Batun hate kirin, ku platforma siyasî, rewşenbirî û raya giştî ya Kurd bi giranî piştgirî da Cemal Batun û karê wî yê profesyonel ê rojnamevanî.

Serokê Federasyona Kurdên Sowyet a berê Knyaz Ibrahim Mirzoev, Hevserokê HDP  Mithat Sancar û Hevserokê KNK Ahmet Karamus, jî dinav de, ji bakurê Kurdistanê: PDK-Bakur, Serokê Giştî yê PAKê  Mustafa Ozçelik û PAK; Serokê Giştî yê HAK-PAR  Latif Epozdemir û HAK-PAR, Serokê Giştî yê PSK Mesûd Tek û PSK, Hereketa Azadî, CNK, ji rojavayê Kurdistanê: taybet û bi berferehî PDK-S, ENKS,
ji her çar beşên Kurdistanê rewşenbîr, kesayetiyên navdar û raya giştî ya Kurdistanê, çendîn kampanyên piştgiriyê bo Cemal Batun lidar xistin.

Di daxuyaniya piştgirî ya bi imzeya Serokê Giştî yê HAK-PARê Latif Epozdemir de hat: “Cemal Batun dengê helwest û merama Kurd û Kurdistanê ye. Kurd hemî Cemal Batun in. Em piştgir û piştevanîya Cemal Batun û qanala KURD K-24 dikin. Em sipasdarê Cemal Batun in ku me ji buyer û rûdanên rasteqîn bêpar nahêle û ji rêya rast û biesil û ji rastîyên dirokê cûda nabe”.

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustafa Ozçelik di beyana xwe ya piştgiriyê bo Cemal Batun de diyarkir: “Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên PAKê êrîşên li ser kek Cemal Batun protesto dikim.Em li gel te ne kek Cemal.Tu êrîşan heta îro nikarîbûye cenabê te û me hêmûyan ji rêya doza azadîya gelê me û welatê vegerîne, ji îro pê ve jî tu êrîş dê nikaribe rê li ber me bigire”.

Di beyana piştgiriyê ya Serokê Giştî yê Partiya Sosyalist a Kurdistan PSK Mesûd Tek de hatiye: Em weki PSK piştgiriya Kak Cemal Batun dikin bila neyar bizanin, ku rastgoyên medyayê Kurdî tenê nîn in.

Ji xeynî malpera me, Rûpela Nû malperên wekî: AvestaKurd, , Rojname û hwd jî, beşdarî kapmanyên piştgiriya Cemal Batun bûn.

Siyaset Haberleri

Almanya difikire ku ji bo Ûkraynayê ji Amerîkayê sîstema Patriotan bikire
Rejîma Îranê di meha Hezîranê de 99 girtî bi dar ve kirin: 22 kes ji wan Kurd in
Gelek siyasetmedarên Iraqî tên tehdîdkirin
Şanda ENKSê ji bo mafên Kurdan bi berpirsên hikûmeta Sûriyê re civiya
Dêrsimî dixwazin mayîn werin rakirin: ‘Heyf e!’