Êrişa li Almanyayê DAIŞê li xwe girt

.

DAIŞê êrişa li bajarê Solingenê yê Almanyayê li xwe girt ku sê kes hatibûn kuştin û çend kes jî birîndar bûbûn.

Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şînor ragihand ku DAIŞê li bajarê Solingenê girt ser xwe.

Li bajarê Solingenê yê herêma Nordrhein Westfalenê ya Almanyayê ji bo 650emîn salvegera avakirina bajêr festîvalek dihat lidarxistin.

Doh êvarê li gorî dema herêmî saet derdora 21:45an de kesekî bi kêrê êrişî beşdarên festîvalê kir.

Di encama êrişê de 3 kes hatin kuştin û herî kêm 6 kes jî birîndar bûne.

Herwiha hat ragihandin ku êrişkar ji cihê bûyerê reviyaye heta niha nehatiye desteserkirin.

DAIŞê diyar kir ku ew êriş ji aliyê endamekî wê rêxistinê ve hatiye encamdan.

DAIŞê dibêje ew êriş wekî tolhildana êrişê li Filistînê ye hatiye kirin.

Kurdistan Haberleri

Dijeterora Kurdistanê: 2 dronên bombebarkirî hatine xistin
Li Hewlêrê bi dronan êrişî qada petrolê hat kirin
Steffen Bilger: Em dê piştevaniya ji bo Pêşmergeyan bidomînin
Konsulê Fransayê mizgînî da: ‘Em dê li Parîsê Meydana Pêşmerge vekin’
Êrişî Qada Petrolê ya Sersingê hat kirin